Rûsiyayê êrîşî binesaziyên leşkerî yên Ûkrayînayê kir

Rûsiya û Ûkraynayê bi êrîşên nû li dijî hev, şerên xwe berdewam kirin. Ûkrayna di nava êrîş û şerê bi Rûsiyayê re, 35`emîn roja Serxwebûna xwe bîroz dike. Bi boneya vê rojê Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku welatê wî aştiyê dixwaze, lê bi tu awayî teslîmî Rûsyayê nabe. Zelensky bang li hevalbendên welatê xwe kir ku cezayên zêdetir li ser Rûsiyayê ferz bike da ku neçarî danûstandinan bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di şevê din de jî, Rûsyayê êrîşên xwe li ser Ûkraynayê berdewam kir û Ûkraynayê jî êrîşên nû li ser Rûsyayê pêk anîn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku wan şeva din li ser benderên li herêma Odessa keştiyên ku alîkarî ji hêzên Ûkraynayê re dibirin, armanc kirin.

Li gorî Moskovê, di encama êrîşan de 10 depoyên alavên leşkerî li herêma lojîstîkê ya benderê, digel tesîsên binesaziyê yên ku ji bo dakêşandin û hilanîna barkirinên leşkerî dihatin bikaranîn, hatin wêrankirin.

Êrîşan her wiha binesaziya enerjiyê ya girêdayî benderê jî hedef girt.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku wan santrala elektrîkê ya PS-330 Adgalik, ku bi qasî 28 kîlometreyan li bakurê rojavayê Odessa ye û elektrîkê dide bendera Pevdeniyê, hedef girtiye.

Her wiha Ûkraynayê jî êrîşên xwe yên li ser axa Rûsyayê zêdetir kiriye, bi taybetî binesaziyê hedef digire.

Li gorî rayedaran, êrîşeke bi balafirên bêmirov ên Ûkraynayê, roja duşemê li başûrê Rûsyayê 2 zarok kuştin û agir li depoyeke mezin a Ozone ya bazirganiya Rûsî derket.

Îro salvegera 35'mîn a serxwebûna Ûkraynayê ye 

Di nava şer de, îro salvegera 35`emîn a serxwebûna Ûkrayînayê ye ku di 24`ê tebaxa 1991`an de hat îlankirin.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky, di axaftinekê de li ser serweriya serxwebûnê, got ku welatê wî aştiyê dixwaze, lê bi ti awayî teslîmî Rûsyayê nabe.

Volodymyr Zelensky tekez kir ku ew red dike ku herêma Donbasê berde li hember bidawîanîna bilez a şer û tekezî li ser pabendbûna Kîevê bi yekparçeyiya xaka xwe kir.

Serokê Ûkraynayê bang li hevalbendên welatê xwe kir ku ji bo zextkirina li ser Rûsyayê ji bo danûstandinên bidawîanîna şer, cezayên zêdetir li ser wê ferz bikin.

Serokwezîrê Îngîlîstanê Andy Burnham serdana Ûkrayînayê kir

Li gorî agahiyan di roja serxwebûna Ûkraynayê de, wê di bin serokatiya hevbeş a Înglîstan, Fransa û Almanyayê de, hevalbendên Ûkraynayê, wê bi rêya vîdyo civînekê li dar bixin.

Her wiha Serokwezîrê Îngîlîstanê Andy Burnham piştî ku dest bi kar kiriye, îro yekem serdana xwe ya navneteweyî li welatê Ûkraynayê dike.

Beriya neha jî serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky serdana Înglîstanê kiribû.

Andy Burnham jî soz dabû Ûkrayînayê ku ew biştgiriyeke xurt bi wê re di şerê li dijî Rûsyayê de bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye