Îro salvegera 7`emîn a koçberiya bi darê zorê ya şêniyên Serê Kaniyê ye.
Têkildarî wê, Komîteya Koçberên Serê Kaniyê bi sernavê "Heft Salên Koçberiyê û Mafê Vegerê " daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:
"Gelek malbat hîn jî li benda derfeta vegerê û jinûvedestpêkirina jiyana xwe ya asayî ne.
Zarokên ku di dema koçberiyê de ji dayik bûne, dûrî bajarê xwe mezin dibin.
Ji bo pêkanîna vegerê, divê ewlehiya şêniyan were misogerkirin.
Milk û mafên şêniyan werin parastin û şert û mercên ji bo aramiya wan werin afirandin."
Her wiha Komîteya Koçberên Serê Kaniyê diyar kir ku divê pirsgirêkên vegerê werin çareserkirin.
Komîteyê anî ziman ku wan mijara vegerê xistiye rêza pêşîn û xebata ku dest pê kiriye, hêdî hêdî ber bi qonaxa pêkanînê ve diçe.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê di daxuyaniyê de daxwaza avakirina mekanîzmayên zelal kir ku koçber beşdarî biryarên der barê siberoja wan de bibin û mafê milkên wan bê parastin.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê di dawiya daxuyaniyê de got ku ji bo vegera koçberan divê soz û garantî bibin kiryarên şêber û berbiçav.