Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, şahiya dawiya sala xwe ya duyemîn li dar xist.
Peymangeha ku di sala 2024’an de hatiye avakirin û taybet e bi perwerdekirina jinan a di beşên muzîk, sînema û şêwekariyê de, keda xwendekarên xwe ya salekê nîşan da.
Tevî ku di şahiyê de coşeke mezin a serkeftinê hebû, lê fikarên xwendekaran ên li ser siberoja perwerdehiya wan jî hebû.
Ev fikar bi taybetî piştî peymana vê dawiyê ya di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de derketin pêş.
Li gorî peymanê, saziyên perwerdeyê entegre dibin û bawernameyên refên 9 û 12'an hatine qebûlkirin, lê çarenûs û pêşeroja xwendekarên zanîngeh û peymangehên Rojavayê Kurdistanê hîna jî li ser maseya dan û standinê ye û ne diyar e.
Rêvebera Peymangehê Evîn Paşo ji Nûçe TV re destnîşan kir ku ew ji bo misogerkirina siberoja peymangehê û xwendekaran, nîqaşên berfireh dikin.
Ji bo fermîyeta peymangehê nîqaşên berfireh tên kirin
Rama Elî xwendekara sala yekem a beşê sînema ye di peymangehê de.
Hêvî dike ku xwendina wan a bi zimanê dayikê, weke ya xwendekarên li welatên din, were naskirin.
Xwendekar daxwaz dikin xwendina wan fermî were qebûlkirin
Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê bo Bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê, Mustefa Ebdî, di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala me, ku di 4'ê Tîrmehê de hat weşandin, da zanîn ku wê bawernameyên Zanîngeha Rojava yên kevin werin naskirin.
Ebdî: Wê bawernameyên Zanîngeha Rojava werin qebûlkirin
Lê hîna jî, bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.
Sîstema perwerdeyê ya li Rojavayê Kurdistanê, piştî sala 2012'an li ser bingeha zimanê dayikê (Kurdî, Erebî û Suryanî) hat avakirin.
Di vê çarçoveyê de bi dehan peymangeh û sê zanîngehên sereke (Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq) hatin vekirin.
Berî wê jî li Efrînê yekem zanîngeh hatibû vekirin.
Niha jî, ev saziyên perwerdeyê li benda naskirina siberoja xwe ne.