Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê bi dirûşmeya “Ji bo civaka Demokratîk deng bide aştiyê” li Amedê meşek li dar xistin. Di meşê de ciwanan postêreke mezin ya Rêberê Gelê Kurd vekirin.
Meşa ku ji ber avahiya DEM Partiya ya navçeya Rêzanê dest pê kir, li ber plazaya AZC ya li semta Ofîsê bi dawî bû. Di meşê de pankartên “Ji bo avakirina civaka demokratîk ber bi aştiyê ve dimeşin”, “Rêbertiya azad mîsogerkirina aştiyê ye”, “Ziman, aştî, azadî” û gelek dovîz hatin rakirin.
Dengê deh hezaran kesên ku tevl meşê bûn li kolanên Amedê olan da. Girse dema gihişt ber AZC plaza çerxa şoreşe got û daxuyanî da.
Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn li vir peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 1’ê Îlonê xwend. Girseyê peyam bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” re bi çoşek mezin pêşwazî kir.
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî di axaftina xwe de bal kişand li ser pêvajoya ‘Aştî û civaka demokratîk’ û wiha berdewam kir: “Ev hêviya aştiyê, ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelan e. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e.
Îro, têkoşîna aştiyê têkoşînek li dijî netewperestiyê, zayendperestiyê û îstîsmarê ye. Dê aştî were vê xakê. Bijî aştî.”
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir jî destnîşan kir ku gelê Kurd li pişt Rêberê xwe ye û got ku gelê Kurd aştiyeke rastîn dixwaze.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand li ser tevlîbûna mezin ya meşê û da zanîn ku gelê Amedê cardin nîşan daye ku xwedî li banga Rêberê xwe derdikeve.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew xebatên Komîsyonê bi nirx dibînin û wiha pêde çû: “Divê ewil komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
Ji bo çêk danîn bidome divê gavên pêwîst bên avêtin û qanûna taybet bê çêkirin. Divê biryarên DMME’yê û AYM’ê werin bicihanîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ew bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ve girêdayî ne û wiha berdewam kir: “Banga min ji gelên me yên hêja re em zêdetir xwe birêxistin bikin ku em jî li qadan banga li Îmraliyê bilind bikin û aştiyê ava bikin. Em ê teqez aştiyê ava bikin.”