Beqayî: Em amade ne ku dewlemendikirina Uranyûmê kêm bikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku bi şertê lihevkirinek giştî, Tehran amade ye dewlemendkirina uranyûmê kêm bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji rojnameya Brîtanî The Guardian re, got ku Tehran amade ye ku dewlemendkirina uranyûmê weke asta ku di peymana nukleerî ya kevin de hatiye destnîşankirin, ji sedî 3.67 kêm bike.

Beqayî eşkere kir ku ev yek, bi şertê lihevkirinek giştî were kirin ku mafê Îranê yê dewlemendkirina uranyumê li hundurê welat biparêze.

Ji aliyê xwe ve jî, Troykaya Ewropî Fransa, Almanya û Keyaniya Yekbûyî roja pêncşemê ya borî Neteweyên Yekbûyî agahdar kirin ku niyeta wan heye di dawiya Îlonê de, mafê xwe yê ji nû ve sepandina sizayên NY bikar bînin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24