Piştî destpêkirina êrîşên Amrîka- Îsraîlê, Pasdarên Şoreşa Îranê jî destpêkirina operasyoneke tolhildanê ya berfireh li dijî Îsraîlê ragihand.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê televîzyona dewletê ya Îranê ve hat weşandin, hat gotin: "Wekî bersivek li hember êrîşa sûcdar, pêla yekem a êrîşên berfireh bi mûşek û dronên Îranî li dijî herêmên dagirkirî dest pê kir" ku behsa Îsraîlê dikir.
Îsraîlê: Me pêlên mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatine avêtin asteng kirine
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan pêlên mûşekên ku ji axa Îranê ber bi deverên cuda yên Îsraîlê ve hatine avêtin, asteng kirine.
Piştî vê yekê, Behrêynê ragihand ku êrişeke mûşekî li dijî navenda xizmetê ya Flota Pêncemîn a Amerîkayê li herêma Cuffairê pêk hatiye.
Herwiha li nêzî baregeha Amerîkî ya El Udeyd a li Qatarê jî dengê sîrenan hatin bihîstin.
Qeter: Sîstema me ya parastinê mûşekên Îranê bê bandor kirin
Li gorî zanyariyan, Wezareta Parastinê ya Qeterê jî, daxuyand ku mûşekeke Îranê ji aliyê sîstema parastinê ya Patriotê ve hatiye bêbandorkirin.
Li gorî Ajansa France-Presse, teqînek li paytexta Îmaratê Ebû Dabî û her wiha li Kuweyt û Riyadê jî çêbûye.
Ev yek di demekê de tê ku Îranê bi fermî ragihand ku hêzên wê baregehên Amerîkî li herêmê hedef digirin, li gorî televîzyona dewletê ya Îranê.
Di heman demê de, çavkaniyên Îsraîlê piştrast kirin ku hemû rêberên rejîma Îranê di lîsteya hedefgirtinê de ne.