Malbatên girtiyan dawa berdana zarokên xwe dikin

Malbatên girtiyan li çerxerêya Rojava ya bajarê Qamîşlo bi daxuyaniyekê daxwaza berdana zarokên xwe kirin. Malbatan, bang li gelê Kurd ê li her çar aliyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kirin ku meşên girseyî û aştiyane li dar bixin û dengê malbatên girtiyan bigihînin her kesî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, di 6`ê Çileya 2026`an de êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.

 

Ev êriş derbasî Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê bûn.

 

Di encama van êrişan de hejmarek ji şervanên QSD`ê dîl hatin girtin.

 

Malbaten girtiyan bi meş û çalakiyan dawa serbestberdana zarokên xwe dikin.

 

Li çerxerêya Rojava ya bajarê Qamîşlo malbatan bi daxuyaniyekê daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

 

Di daxuyaniya malbatan de wiha hat gotin:

 

"Em vê bangê bi dilên tijî êş û çavên xwe li hêviyek ku nehatiye vemirandin ji we re radigihînin.

 

Kur, bav û birayên me, girtiyên Rojava, ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve zêdetirî heyvekê ye dîl girtîne.

 

Tevî peymana ku piştî lihevkirinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ji bo serbestberdana wan hatiye ragihandin jî hîna girtî ne.

 

Ev peyman nehatiye bicîhanîn û çarenûsa wan hîn ne diyar e. "

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 

"Dayik, bav, zarok û hevjînên girtiyan êş û xemgîniyên mezin dijîn û li benda hêviya berdana girtîyanin.

 

Em bang li wijdanê mirovahiyê, parêzvanên azadiyê dikin ku li kêleka doza girtiyan bisekinin."

 

Di dawiya daxuyaniyê de malbatên girtiyan bang li gelê Kurd ê li her çar aliyên Kurdistanê û seranserî cîhanê kirin, ku meşên girseyî û aştiyane li dar bixin û dengê malbatên girtiyan bigihînin her kesî.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye