Yekîtiya Esnafan konferansa xwe ya yekemîn li darxist

Yekîtiya Esnafan a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya "Bi Yekîtiyê xwe têrkirin û Civakeke Azad û Demokratîk ava bikin" konferansa xwe ya yekemîn li qamişlo li darxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Esnafan a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşmeya "bi yekîtiyê xwe têrkirin û Civakeke Azad û Demokratîk ava bikin"  li Hola Zana ya Qamişlo hat lidarxistin.

Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, endamên Kongra Star, şaredariya gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di konferansê de amadebûn.

Di konferansê de  Hevseroka Yekitiya Ensafan a Qamişlo Xunav Elî rapora xebatên 2 salên borî yên yekitiyê xwend.

Di raporê de pirsgirêkên aborî wekî bilindbûna bac û cudabûna wan li her bajarekî, bandorên ambargoyê, bêaramiya nirxên pereyan hatin vegotin.

Hate gotin, yekitî bi hemahengiya Saziyên Rêveberiya Xweser hewl dide van pirsgirêkan çareser bike û

piştgiriyê bide beşdariya jinan di kar de.

Her wiha  Hevserokê Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nezhan Mehmûd rêzikname xwend.

Di dawiya konferansê de hilbijartina hevserokên Rêveberiya Yekbûyî ya Yekîtiyên Esnafan yên Qamişlo û Hesekê hatin hilbijartin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye