Ji dema dagirkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve û heta roja îro binpêkirin berdewam dikin.
Di 6`ê Çileya 2026`an de komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin û di encamê de bi hezaran xelk koçberî Efrînê bûn.
Ji wê rojê ve û heta niha bi hincetên cuda, ciwanên Kurd ên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê tên girtin.
Çavkaniyên Taybet ên Nûçe Tv, gotin ku mala welatiyê N.Ş ji navçeya Şera ya li Taxa Mehmûdiyê ye hatiye dagirkirin.
N.Ş. yê ku dixwaze vegere mala xwe diyar kir ku dagirker ji bo vegerandina mala wî, jê 350 dolarên Amerîkî xwestine û wiha berdewam kir:
"Ji xwe tiştek bi malê ve nehiştine, her tişt ji xwe re birine. Serde ji bo vegerandina malê ji min 350 dolar dixwazin. Ez ancex bi mesrefekî 350 dolarî malê bi ser hevde bînim."
Heman çavkaniyan berdewam kirin û wiha gotin:
"Eger em pereyan nedin, ev çete ji malên me dernakevin, ev kesên vedigerin Efrînê gelek zehmetiyan dikşînin. "
Çavkaniyên me, diyar kirin ku li Efrînê ciwanên Kurd jî bi hincetên cuda tên revandin.
Herî dawî li gundê Şêxkêlê ciwanek 36-37 salî hatiye girtin. Dîsa ciwanê bi navê C.Î. û şeş hevalên xwe bi hinceta ku di nava QSD'ê de cîh digrin hatine revandin.
Çavkaniya me, anî ziman ku ev kes beriya 5 salan di nava QSD`ê de bûn, lê bi vê hincetê ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Ev kiryarên revandin û desteserkirina malên welatiyên Efrînê, di demeke welê de ye ku lihevkirin di navbera QSD`ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de tê kirin ji bo vegera koçberên Efrînê, lê berovajî vê bi dahan ciwan tên revandin.
Ji dema dagirkirina Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve, binpêkirin ji aliyên komên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve berdewam dikin.