Kampa Holê hat girtin

Kampa Holê, piştî ku ji aliyê komên çekdar ên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hate valakirin û piraniya niştecihên wê hatin derxistin, roja yekşemê, kamp hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kampa Holê, bi salan e weke yek ji kampên herî xeterenak li cîhanê dihat hesibandin.

 

Ev kamp, bi qasî 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê, nêzîkî sînorê Sûriye-Îraqê ye.

 

Kampa Holê nêzîkî 24,000 kes dihewand

 

Kampa Holê, nêzîkî 24,000 kes dihewand, di nav wan de nêzîkî 15,000 Sûrî û nêzîkî 6,300 jin û zarokên biyanî yên ji 42 neteweyan, hebun piraniya welatên wan red dikirin ku wan vegerînin.

 

Piştî ku di sala 2015`an de, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ve hate rizgarkirin, kamp ji bo bicihkirina Sûriyên koçber hate bikaranîn.

 

Di 16`ê Çileyê de, Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de bajarê Holê, ku kamp lê ye, dan destpêkirin.

 

Di 20`ê Çileya 2026`an de, hêzên QSD`ê ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember mijara DAIŞ`ê û ji nû ve bicihkirina hêzên xwe, xwe ji rêveberiya kampê vekişand.

 

Di van çend rojan de, hejmara niştecihên kampê daket kêmtirî 5 hezar kesan û beşa biyaniyan hema hema bi tevahî hat valakirin.

 

Kampa Holê yek ji kampên herî xeterenak li cîhanê bû

 

Kampa Holê wekî ku bi salan di raporên navneteweyî de dihat gotin, ne teqiya ne jî hilweşîneke dramatîk a berfireh lê çêbû.

 

Lê li şûna wê, kamp ji aliyê komên Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve hate valakirin û piraniya niştecihên wê hatin derxistin.

 

Piştî valakirina niştecihên wê yên dawî, roja yekşemê, konên kampê hatin şewitandin û êdî bi temamî hat girtin.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye