NEW YORK TIMES: Xameneyî desthilat radestî Larîcanî kiriye

Li gorî New York Times, berpirsên payebilind ên Îranê eşkere kirin ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, Elî Larîcanî ji bo birêvebirina Îranê erkdar kiriye. Bi zêdebûna îhtîmala êrîşeke Amerîkî û îhtîmala kuştina rêberên Îranê, Elî Xameneyî xwe ji bo senaryoya herî xirab amade dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya New York Times, eşkere kir ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, Elî Larîcanî yek ji kesayetiyên herî pêbawer ên xwe ji bo birêvebirina Îranê erkdar kiriye.

 

Ev biryar piştî zêdebûna îhtîmala pevçûnekê di navbera Îran û Amerîkayê de û îhtîmala terora rêberê Îranê û kurê wî Mucteba Xameneyî hatiye dayîn.

 

Ji dema ku xwepêşandan li Îranê dest pê kirin, Elî Larîcanî serokê niha yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî, rêveberiya Îranê girtiye ser xwe.

 

Xameneyî komek biçûk di şûna xwe de erkdar kiriye

 

Hin rayedaran zêde kirin ku Elî Xameneyî talîmatên hişk dane Larîcanî û hejmareke biçûk ji hevkarên wî yên siyasî û leşkerî.

 

Ev talîmat da ku bikaribin mayîndebûna dewleta Îranê li hember her êrîşekê misoger bikin.

 

Rayedaran rave kirin ku fermanên Xameneyî ji bo her payeyeke leşkerî an hikûmî çar cîgir destnîşan kirine.

 

Her wiha Rêberê Îranê desthilat daye komeke biçûk ji hevkarên xwe yên nêzîk da ku di rewşa qutbûna têkiliya wî an mirina wî de, biryaran bidin.

 

Hemî hêzên Îranê niha di asta herî bilind a hişyariyê de ne

 

Îran niha li ser bingeha ku êrîşên Amerîkî nêzîk in, tevdigere û hemî hêzên leşkerî yên Îranê niha di asta herî bilind a hişyariyê de ne.

 

Larîcanî di serê lîsteyê de ye

 

Li gorî ku hatiye eşkerekirin, Larîcanî di serê lîsteyê de ye, li dû wî serokê parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û Serokkomarê berê Hesen Rûhanî hene.

 

Ev pêşketin di demekê de tên ku tevgera leşkerî ya Amerîkî li herêmê zêde bûye, di heman demê de Îran jî di hişyariyeke bilind de ye.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye