Ji bo vegera Kurdên li Reqayê komîteyeke hevbeş hat avakirin

Di çarçoveya bicihanîna peymana di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de civînek li Reqayê hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di civînê de, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Efrîn, Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê serbaz Merwan El-Elî  û Parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selama amade bûn.

 

Di civînê de, rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya Reqayê û rewşa Kurdan li herêmê hat gotûbêjkirin.

 

Li gorî agahiyan, her du alî gihaştine biryarekê ku ji bo vegera ewle ya Kurdan bo malên xwe yên li Reqayê, komîteyeke hevbeş di navbera her du aliyan de ava bikin.

 

Der barê mekanîzmaya xebatên komîteyê de ti agahî nehatin dayîn.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye