Li gorî ku çavdêriya mafê mirova a HANA`yê ragihandî, sibeha roja yekşemê 14`ê kanûnê kurekî 16 salî bi navê "Sîraj Ilyas" ji gundê "Hesanabad (Esnawî)" li bajarê Oşnaviyeyê ji alî rêjîma Îranê ve, hate girtin.
HANA`yê eşkere kir ku roja şemiyê 13`ê kanûnê jî, kesekî bi navê Şaho Ibrahîmî ku ji gundê Kawî ye, ji alî hêzên Istxbarata Îranê ve hat girtin.
Heman Çavkaniyê da xuya kirin ku birayê Şaho Ibrahîmî, Şivan Îbrahîmî beriya neha di 4 kanûnê de di mala xwe de ji alî hêzên ewlekariyê ve hatibû girtin.
Her wiha wênekêş û çalakvanê sivîl Omîd Baqirî yê 37 salî ji parêzgeha Kirmaşanê, roja yekşemê hate girtin.
Li gorî aghiyan ev kesên hatine girtin ji bo cihên ne diyar hatine veguhestin û heta niha tu agahî ji wan tine ye.