Guneş Ozel: Ji ber bê hiqûqî û bê mafiyê em dest bi meşê dikin

Platforma Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK) li dijî Biryarnameya Di hukmê Qanûnê de (KHK) ku bi vê hincetê gelek kes ji kar hatine avêtin, dest bi meşa 5 rojan ya ji Amedê heya Enqereyê kir. Çalakvanan li pêşiya Edliya Amedê bi daxuyaniyekê dest bi meşa xwe kirin. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa BES`ê ya Amedê Guneş Ozel axivî û got: “Tu mafê sendîkayî tune ye, ji ber vê em ji Amedê heta Enqereyê dest bi meşê dikin. Em ê daxwazên xwe bigihînin Meclis û Wezareta Dadê. Em dibêjin xebatên sendîkayî sûc nînin. Bila kesên KHK’î vegerin ser karê xwe.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK) bi daxwaza ku kedkarên bi KHK vegerin ser karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin.

Çalakvan li Qada şêx Seîd heta ber avahiya Edliya Amedê meşiyan û bi diruşmeyên “Em li dijî bê hiqûqiyê dimeşin, Bijî berxwedana kedkaran” li pêşiya Edliyê daxuyanî dan.

Di çalakiyê de Hevserokên Giştî yên KESK’ê, parlamenter, endam û rêveberên KESK’ê û gelek kes tevlî meşê bûn.

 

"Xebatên sendîkayî ne sucin bila kesên KHK`î vegerin ser karê xwe"

 

Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa BES’ê ya Amedê Guneş Ozel axivî û da zanîn ku bi ser OHAL’ê re 7 sal derbas bûne lê hîn jî bandora wê berdewame.

Guneş Ozel di berdewamiya axiftina xwe de eşkere kir ku di dema OHAL’ê de 125 hezar û 612 kes bi KHK’an ji karê xwe dûr hatin xistin û wiha dirêjî da axiftinên xwe: Ji wan 4 hezar û 259 jê endamên sendikayên girêdayî KESK’ê bûn. Piştî van derxistinan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê ti berpirsiyar nehat darizandin.”

Guneş Ozel ragihand ku ji ber mafê Sendîkayî tune ye em ji Amedê heta Enqereyê dest bi meşê dikin û got: “Em ê daxwazên xwe bigihînin Meclis û Wezareta Dadê. Em dibêjin xebatên sendîkayî sûc nînin. Bila kesên KHK’î vegerin ser karê xwe.”

 

Ahmet Karagoz: Ji ber ku em bi gelê Kurd re bûn ji kar hatin dûrxistin

 

Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK`ê Ahmet Karagoz jî bal kişand ser derxistina karkeran a bê sedem û wisa nirxandinên xwe domand:

“Gelek hevalên me hatin derxistin bê ku sedem were gotin. Em ji ber ku li dijî şer bûn, ji ber ku bi gelê Kurd re bûn, ji ber xebatên xwe yên sendîkayî hatin derxistin.”

Meşa çalakvanan wê 5 rojan bidome. Karker dê destpêkê biçin Rihayê û piştre jî li gorî rêzê derbasî bajarên Semsûr, Dîlok, Edenê, Mersîn û herî dawî Enqereyê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye