Îsraîlê li sê deverên Xezeyê agirbest ragihand

Artêşa Îsraîlê li sê navçeyên Xezeyê agirbesteke demkî ragihand, ew agirbest bi merc hatiye ragihandin û wek "sekinandina taktîkî" hat binavkirin, ew jî ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji xelkê Xezeyê re. Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta tenduristî ya li Xezeyê eşkere kir ku nêzî 100 hezar zarok li ber mirinê ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Birçîbûn ji goştê zarokên Xezeyê dixwe, vê yekê jî bandora xwe li her kesî kiriye, Israîl bi xwe jî da ku cîhan careke din dîmenên zarokên birçî nebîne, biryarê nû dide.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku çalakiyên leşkerî li sê deverên Xezeyê rawestandiyê û got ku ew çend gavan diavêje da ku krîza mirovî sivik bike.

Îsraîlê diyar kir ku li navçeyên El-Mewasî, Dêr El-Belah û navenda Xezeyê, dê rojane agirbest ji saet 10ê sibê heta seat 8ê êvarê pêk were.

 

Misir û Îmaratên Erebî ji bo Xezeyê alîkarî şandin

 

Piştî zextên hin dewletên Ewropayî li ser Îsraîlê ji bo alîkariyên mirovî derbas bibin. Hin dewlet ketin tevgerê ji bo Xezeyê.

Li gorî kenalên ragihandinê yên Misirê, bi dehan kamyonên alîkariyê ji Misriê ber bi Xezeyê ve çûne. Bi riya deriyê Refeh re derbasî Xezeyê bûn.

Îmarat jî amadebûna xwe nîşan da ku ew dê bikaribe bi riya asmanî alîkariyê bigihîne Xezeyê.

Îsraîlê jî, ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku wê bi xwe jî dest bi avêtina alîkariyan ji hewayê ve ji bo Xezeyê kiriye, ew jî ji bo wê yekê ye ku krîza mirovî sivik bibe.

 

Îsraîlê keştiya 'Hanzala' berî ku bigihê Xezeyê desteser kir

 

Di derbarê wê keştiya ku hewl dide xwe bigihîne Xezeyê, Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê da xuya kirin: "Hêzên Deryayî yên Îsraîlê keştiya ku hewl da bi rengekî neqanûnî bikeve herêma deryayî ya li peravên Xezeyê sekinand. Keştî bi silametî ber bi peravên Îsraîlê ve diçe. Hemû rêwî baş in."

Ew keştî ji bajarê Siracûsê yê Îtalyayê derketibû ku beriya nêzî du hefteyan ber bi herêma Xezeyê ve diçû, bi armanca "şikandina dorpêça ku li ser Xezeyê hatiye ferizkirin."

 

Korîdorên mirovî ji bo derbaskirina alîkariyê tên vekirin

 

Artêşa Îsraîlê got ku dê korîdorên mirovî bên vekirin, ew jî ji bo karwanên Neteweyên Yekbûyî bikaribin bi ewlehiyeke parastî alîkariyan bigihînin Xezeyê.

 

Saziyên navneteweyî: Li Xezeyê 2 milyon kes li ber birçîbûnê ne

 

Rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî eşkere kirin ku di nav 2 milyon mirovên Xezeyê de birçîbûnek mezin heye.

Ji ber dorpêçkirina Îsraîlê her ku diçe krîza mirovî kûrtir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê da zanîn ku ji ber kêmbûna xwarinê 127 kes mirine di nav wan de 85 zarok hene.

Wezaretê da xuya kirin ku nêzî 100 hezar zarok di bin metirsiya mirinê de ne û banga alîkariyên mirovî û peydakirina şîrên zarokan kir.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24