Hêzên dewleta Îranê 3 welatî girtin û 2 kolber birîndar kirin

Binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên dewleta Îranê, dewam dikin. Di nav 3'ê rojan de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 3 welatî hatine girtin û 2 kolber jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Hana eşkere kir ku îro, du birayên bi navê "Mihemed Oslob û Kamel Oslob" ên ji Pîranşarê, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin girtin.

Rêxistina Hana di heman demê de ragihand ku dayîka 50 salî Azîze Moradiyan jî di 1'ê Kanûnê de li bajarê Merîwanê hate girtin.

Li gorî raporên hatine wergirtin, girtina her sê welatiyan, bêyî pêşkêşkirina belgeyên dadwerî, pêk hatiye.

Li aliyê din, Saziya Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku 2 kolber di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê de, hatine birîndarkirin.

Saziyê got ku Siyawş Ciwanî û Sîna (paşnavê wî nediyar e) di 1'ê kanûnê de li devera sînorî ya Bestama Seqizê hatin birîndarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye