HPG-NRÇ: Em şehîdên fedayî yên têkoşîna 2022’yan bi rêzdarî bi bîr tînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’Ê (HPG-NRÇ) Gerîla Sîdem Egîd, Bozan Kendal Kerboran, Zagros Hêvî, Şoreş Tebqa, Zagros Med û Yilmaz Dersim ên ku sala 2022’yan jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û nasnameya 6 gerîlayên ku sala 2022'yan jiyana xwe ji dest dane parve kir. Û gerîlayên şehîd  bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn.

HPG`ê di daxuyaniya xwe de gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane bibîranî û dibejê:

"Hevrêyên me Sîdem, Bozan, Zagros, Şoreş, Zagros û Yilmaz yên ku bi destana berxwedanê navên xwe di dîrokê de nivîsandin, ji gelê me re bûn çavkaniya hêvî, hêz û moralê.

Hevrêyên me yên ku bi wêrekiya xwe ya bilind îlham da hemû ciwanên Kurdistanê û rê nîşanî wan dan. Ji bo pêşeroja azad a gelê me bê hesab ber bi şehadetê ve meşiyan.

Dema ku em hevrêyên xwe yên fedayî ku bi xwêdan, xwîn û canê xwe em anîn vê rojê, em wan bi hestên jidil bi bîr tînin, em di hizûra wan de girêdana xwe ya ji bo hemû şehîdan dubare dikin û biryardariya xwe ya ji bo serketinê raber dikin.

Li ser vê bingehê, em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniya HPG`ê nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Zeynep Kaplankiran bi nasnav Sîdem Egîd li Stenbolê ji dayîk bûye, di 12'ê cotmeha 2022'yan de li Zapê jiyana xwe ji dest daye.

Alî Kaya bi nasnav Bozan Kendal Kerboran li Mêrdînê ji dayîk bûye, di 17'ê hezîrana 2022'yan de li Garê jiyana xwe ji dest daye.

Muhammed Saadetxan bi nasnav Zagros Hêvî li Makûyê ji dayîk bûye, di 29'ê cotmeha 2022'yan de li Herêmên Parastina yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye.

Fûat Mustafa bi nasnav Şoreş Tebqa li Tebqayê ji dayîk bûye, di 5'ê mijdara 2022'yan de li Zapê jiyana xwe ji dest daye.

Sînan Can bi nasnav Zagros Med li Mûşê ji dayîk bûye, di 5'ê mijdara 2022'yan de li Zapê jiyana xwe ji dest daye.

Diyar Nasiro bi nasnav Yilmaz Dêrsim li Helebê ji dayîk bûye, di 26'ê hezîrana 2022'yan de li Zapê jiyana xwe ji dest daye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye