Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisa Tirkiyeyê hatibû avakirin, di civîna xwe ya 18’emîn de biryar girt ku biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Piştî girtîna biryarê ji aliyê DEM partiyê ve li du hev nirxandin hatin. Endama Heyeta İmraliyê Perwîn Buldan spasî li aliyan kir, Hevserokên DEM Partiyê jî biryarê wekî gaveke dîrokî nirxandin.
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Perwîn Buldanê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek belavkir û geşedanê wekî “dîrokî” bi nav kir. Perwîn Buldanê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Bahçelî û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û kesên din ku piştgirî dane biryarê kir.
Hevserokên Giştî ên DEM Partîyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakırhan, têkildarî biryara komîsyonê daxuyaniyeke bi nivîskî weşandin.
DEM Partî: Em spasîya erdogan û bahçelî dikin
Di daxuyaniyê DEM Partiyê de wiha hat gotin
"Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê wê deriyê serdemeke nû li Tirkiyeyê veke; wê cihê siyaseta tirsê, hêvî û baweriya jiyana bi hev re bigire. Ev hevdîtin wê zelalî û jidiliya pêvajoyê xurt bike û beşdarbûna her beşê civakê ya avakirina aştiyê zêde bike.
Baweriya me tam e ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re dê di meşandina saxlem û ewle ya pêvajoyê de roleke diyarker bilîzin.
Her wiha ji ber avakirina Komîsyonê, meşandina xebatan di nav aramiyê de, dîtina daxwaza aştiyê ya gelan û nîşandana wêrekiya îradeya çûna Îmraliyê, em spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP'yê Birêz Devlet Bahçelî û partiyên me yên tifaqê EMEP û TÎP'ê dikin ku berpirsyariya siyasî girtine ser xwe."