Komeleya Mezopotamiya ya alîkariyê û Chanal 8 a xelkên Başûrê Kurdistanê ji bo welatiyên bajarê Kobanê ya dorpêçkirî, alîkarî şandin.
Karwanê alîkariyê ji 17 balhilgiran pêk tê.
Di nava alîkariyê de şîrê Zarokan û pêdiviyên jiyanî hene.
Karwan li çerxereya Panorama a bajarê Hesekê rawestiyaye, li benda hikûmeta veguhêz a Sûriyê ye da ku derfet bide ku ber bi Kobanê ve biçe.
Divîya bû ku îro karwanên alîkariyê ber bi kobanê ve biçe, lê lihevkirina di navbera her du aliyan de pêk nehat û karwan vegeriya.
Biryare ku sibe di seatên sibehê de ber bi Kobaniyê ve bi rê bikevin.