Siyamend Efrîn got ku ji bo bicihanîna peymana 29'ê çileyê ya di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, sibe komek din a dîlgirtiyan ku ji 400 kesî pêk tê wê werin berdan.
Siyamend Efrîn diyar kir ku wê sibe di saet 14'an de li çerxerêya Sebaxê ya bajarê Hesekê dîlgirtî werin berdan.
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) di dawiyê de tekez kir ku ev gav pabendîbûna wan a rasteqîn ji bo piratîkirina xalên peymana 29`ê çileyê ye.
Duh êvarê jî Nûnerê Serokkomarê Sûriyê Ehmed Hilalî li ser hesabê xwe yê Medya dijîtal têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû.
Nûnerê Serokkomarê Sûriyê eşkere kir ku roja şemiyê 397 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wekî beşek ji pêkanîna peymana 29'ê çileyê, wê werin berdan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ku heta niha zêdetirî 400 dîlgirtî hatine berdan.