Di êrîşên li ser Dêr Hafirê de 8 sivîl şehîd bûn û 9 kes birîndar bûn

Êrîşên Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li derdora herêma Dêr Hafirê ji dema hilweşîna rêjîma BAAS û heta niha dewam dikin, di encama van êrîşan de 8 sivîl ku di nava wan de zarok jî hene şehîd bûn û 9 kesên din jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ji destpêka Tebaxê heta nîvê Cotmeha 2025`an li derdora herêma Dêr Hafir li rojhilatê Helebê, bi balafir û dronên xwekuj êrîşên xwe berdewam dikin, bi taybetî jî li dijî sivîlan.

 

Hêzên Hikumeta Veguhêz êrîşî ser Dêr Hafirê dikin

 

Di 2`yê Tebaxê de, komên çekdar bajarê Dêr Hafirê topbaran kir û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiva êrîşê da.

Di 11`ê Îlonê de, komên çekdar hewl dan bikevin herêmê, lê QSD’ê ev hewldan têk bir.

 

Li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê 8 sivîl şehîd bûn

 

Di 20`ê Îlonê de gundê Um Tîna hat topbarankirin, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz bi balafirên bêmirov malên sivîlan hedef girtin, di encamê de 8 sivîl, şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Di 23`yê Îlonê de, hêzên Hikumeta Veguhêz bi 2 dronên xwekuj êrîşek li ser cihekî QSD`ê yê li Dêr Hafirê pêk anî, piştre ketober gundê Zubayda topbaran kir, di encamê de 4 zarok birîndar bûn.

Di 5`ê Cotmehê de, rêya Dêr Hafir û derdora wê bi dronên xwekuj hate bombebarankirin, di encamê de sivîlek birîndar bû.

Di 10`ê Cotmehê de, komên girêdayî Hikumeta Veguhêz êrîşên hewayî û topbaran li ser heman deverê pêk anî, di encamê de tu ziyan çênebû.

 

QSD`ê Dêr Hafirê diparêze

 

Hêzên Sûriya Demokratîk navçeya Dêr Hafirê û derdora wê diparêzin, lê ew navçe rastî êrîşên Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz tê, heya niha jî tu berpirsekî wan komên çekdar ji aliyê rayedarên Şamê ve nehatiye cezakirin.

QSD`ê dibêje ew mafê xwe yê parastina rewa bikar tîne û ew amade ye bersiva her êrîşekê bide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye