Girtiyê Kurd piştî 31 salan hat berdan

Aydin Yucel girtiyê Kurd, piştî 31 salan ku di Girtîgeha Boluyê ya li Bakurê Kurdistanê de mabû, hat berdan. Di daxuyaniya xwe ya yekem de got: ''Hêviya me ew e ku hemû hevalên me bên berdan."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aydin Yucel Adara 1995'an li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatibû girtin.

Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayî li wî birî bû.

Xizmên Yucel û nûnerên MATÛHAYDER'ê li ber girtîgehê ew bi kulîlkan pêşwazî kirin.

Aydin Yucel di daxuyaniya xwe ya yekem de bal kişand ser hevalên xwe yên di girtîgehê de û wiha got:

"Ez ne kêfxweş im, ji ber ku piraniya hevalên me di hundir girtîgehê de ne.

Hêviya me ew e ku hemû hevalên me bên berdan. Em bawer dikin ku em dê bi ser bikevin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye