Zagros 24 Tv bi zimanê Kurdî û Farisî wê dest bi weşanê bike

Zagros 24 TV (Z24) wê bi zimanên Kurdî û Farisî weşanê bike. Rêveberiya kanala Zagros 24 bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di demeke nêz de dest bi weşana xwe bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kanaleke bi navê Zagros 24 TV (Z24), bi dirûşmeya “Medyayeke yaşanî cihêrengiyan” li ser satalaytê dest bi weşanê dike.

Rêveberiya Z24 bi daxuyaniyekê raya giştî agahdar kir ku amadekariyên wan ên teknîkî û edîtoryal bi dawî bûne û kanala wan di demeke nêz de dest bi weşanê dike.

Z24, bi armanca vegirtina nûçe û geşedanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi perspektîfeke li gorî rihê demê derdikeve pêşberî bîneran.

Rêveberiya kanalê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku weşana wan wê bi du zimanan be ango bi Kurdî û Farisî be.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Z24 wê hewil bide ku di navbera civakên cuda de bibe pirek û platformek ku hemû reng û dengên cuda dihewîne.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kanal dê li ser bingeha azadiya agahdarkirinê geşedanan ji gel re ragihîne.

Rêveberiya Z24 da zanîn ku Zagros 24 TV wê bi taybetî giraniyê bide dengê jinan û wan komên civakî yên ku di medyayê de kêm tên temsîlkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kanal wê hewil bide ku bibe “dengê gel” û pirsgirêkên rojane yên civakê bi profesyonelî bîne ser ekranê.

Bi domdarî hat destnîşankirin ku Z24 dê girêdayî pîvanên rojnamevaniya gerdûnî û serxwebûna edîtoryal be.

Rêveberiya Z24 tekez kir ku ew xwe wekî medyayeke "ji gel û bo gel" dibîne û wê nûçevaniyeke rast, bi berpirsiyarî û dûrî polîtîkayên alîgiran pêşkêş bike.

Tê payîn ku bi destpêkirina weşana Z24 re, dê di qada medyaya herêmê de dengekî nû û piralî zêde bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye