Li Kerboranê ciwanek 18 salî hat kuştin

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê ciwanek 18 salî ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, Îbrahîm Dîlek yê 18 salî ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşek çekdarî hat.

Bûyer duh derengiya şevê li ser rêya taxa Kîlavuz a gundewarî ya navçeya Kerboran a Mêrdînê pêk hat.

Tê îdiakirin ku Dîlek ji aliyê kesekî an kesên nenas ve hatiye astengkirin û piştî nîqaşekê, ciwan bi çekê hatiye hedefgirtin.

Piştî agahdarkirinên niştecihên herêmê, tîmên tendurîstiyê û jendermeyan çun cihê bûyerê.

Li  cihê bûyerê mudexeleya yekem hat kirin û bi ambulansê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê.

Tevî hemû hewldanên mudaxeleyê jî piştî rakirina nexweşxaneyê Îbrahîm Dîlek jiyana xwe ji dest da.

Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û hewlên ji bo girtina gumanbaran berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye