Duh 1’ê Hezîranê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratik (HSD) di derbarê girtina çeteyekî DAIŞ’ê de li kampa Holê daxuyaniyek da.
Ligorî daxuyaniya ku (HSD) weşandiye, Di 31’ê Gulanê de Tîmên Oparasiyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî (HSD) operasiyonek li kampa Holê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li darxistin û çeteyekî DAIŞ’ê yê bi navê Salih Elî Selman Elî girtin.
Salih Elî ji Iraqê ye û bi du navên din jî tê naskirin Ebû Xêrallah û Ebû Awab, beşdarî gelek şerên rêxistinên çetegir ên li dijî artêşa Iraqê bibû. Dema ku DAIŞ li Iraqê hat qedandin, ev kes hat sûriyeyê û bi navê koçber derbasî kampa Holê bû. li Holê jî bi navê endamekî ewlehiyê xebatên xwe bi DAIŞ’ê re didomand, ji bo tevlîkirina ciwanan nava DAIŞ’ê, agahî li ser kampê û tevgera şaneyan di hundirê kampê de dida rêxistina çetegir.
Di daxuyaniyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tekez kirin ku ew dê operasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî yên li dijî şaneyên DAIŞê bidomînin, ew ê rê nedin xirabkirina ewlehiya herêmê û şêniyan.
Sîval Revê