Berxwedana ku ji aliyê 223 karkeran ve di bin pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) û Şaxa DİSK Genel-İş Wanê de bi dirûşmeya "Em ê vegerin ser karên xwe" hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 100'emîn de berdewam dike.
Çalakiya karkeran li Kolana Hunerê hat li darxistin, di çalakiyê de parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Mahmut Dindar û Zulkuf Uçar, rêxistinên civakî yên sivîl jî bi tevlêbûna xwe piştgirî dan çalakiyê.
Karkeran dorpêça polisan şikandin
Di çalakiyê de polîsan bi dorpêçkirina meşê rê li ber karkeran girt. Lê ruxmê dorpêçê karkeran bi saetan çalakiya xwe domandin, govend gerandin û dirûşme berz kirin. Karkeran astengiya polîsan şikandin û ji bo daxuyaniyê mesafeyek kurt meşiyan.
Li ser navê girseyê karkerê ji kar hatiye derxistin Servet Arslan daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de Arslan diyar kir ku wan li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bê navber xebitîne, lê ew ji hêla rêveberiya qeyûmê ve ji kar hatine dûrxistin.
Servet Arslan: Em maf, hiqûq û edaletê dixwazin
Her wiha Arslan got: "Derxistina me encama nêzîkatiyên neqanûnî û takekesî ye. Mîna roja yekem, îro jî, di roja me ya 100'emîn de, em bi şîara maf, hiqûq û edaletê mafên xwe dixwazin û hewl didin lîstikên ku ew dixwazin bilîzin eşkere bikin.
Her yek ji me bi tevahî herî kêm pênc sal li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebitiye. Piştî hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an, her yek ji hevkarên me bi layiqtî, bi heyecana avakirina pêşerojek nû hatin qebulkirin."
"Siyaseta ku ti sûdê nade gel,tavilê were bidawîkirin"
Di dawiyê de Servet Arslan wiha got:" Divê ev siyaseta ku ti sûdê nade gel, tavilê were bidawîkirin û divê kar, keda me û pêşeroja zarokên me werin vegerandin.
Em ê her roj daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin. Em bang li hemû gelê Wanê, raya giştî û rêxistinên hiqûqî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me."
Çalakî bi berzkirina diruşmeyan bi dawî bû.