Fermandariya ewlekariya hundirîn: Wê sûcdarên êrîşa li ser tûgaya Qamişlo bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê sersaxî ji malbat û xizmên endamên Wezareta Parastinê yên ku di êrîşa li tûgayê Qamişloyê de şehîd bûne xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh hin çekdarên nenas êrîşî tûgaya Qamişloyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê kirin, di encamê de 2 şervan bûne cangorî û 2 jî birîndar bûn.

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser tûgaya  Qamişloyê şermezar kir û diyar kir ku ew bi ser mijarê êrîşkaran ve digirin, ji bo ku wan bigirin û cezayê li wan bikin.

Di daxuyaniya fermandariyê ya li ser rûpela xwe ya fermî de wiha gotin:

“Em weke Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê sersaxiyê ji malbatên şehîdên Wezareta Parastinê yên ku duh di êrîşa komên derveyî qanûnî de êrîşî tûgaya li Qamişloyê kirine dixwazin.

 Ev êrîş bi hewldana tevliheviya ewlehî, têkbirina aramiyê û sakînbûna şêniyên li herêmê ye.

Her wiha Fermandarî sersaxiyê dide malbatên şehîdan û diyar dike ku xwîna wan vala vala naçe û wê bi ser êrîşkaran de bigirin, heya wan bigirin û radestî dadweriyê bikin ku cezayên xwe li gorî dadê bibînin”.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye