Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo rêvebirina Balafirgeha Qamişlo biryarek derxistibû lê ji aliyê din Hikumeta Şamê ew biryar redkir.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di dîroka 19/6/2025 an de, biryareke nivîskî di derbarê Balafirgeha Qamişlo de ji raya giştî re ragihand. Di biryarê de çend xal hatin tespîtkirin. Xalên sereke bi vî şiklî bûn:
1.Wê rêveberiyek nû ji bo bi rêve birina balafirgehê were çêkirin.
2.Rêveberiya giştî ya balafirgehê, ji aliyê maddî û îdarî ve dê girêdayî Rêveberiya Xweser be.
3.Hemû mijarên darayî, îdarî û xwediyên hejmarî têne rûniştandin.
Rêveberiya hewayî ya Sivîl a Sûriyeyê ji bo biryara Rêveberiya Xweser nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Di Komara Ereb ya Suriyê de yekane kesê ku destûra wî ya qada hewayî ya Surîyê bi rêvebibe, bixebitîne, xetên ragihandinê diyar bike û sefera rêk û pêk bike em in.”
Rayedar tekez kir ku "Balafirgeha Qamişlo ji her cûre seyrûsefera hewayî re girtî ye" û destnîşan kir ku "Biryara xebitandin an jî bikaranînê tenê ji aliyê wan ve tê dayîn."
Rêveberiya hewayî ya Sivîl a Sûriyeyê wiha domand: “Her hewildanek ji bo bikaranîna wê ya bêyî kordînasyon û erêkirina fermî, binpêkirina eşkere ya qanûn û rêzikên navneteweyî yê."
Balafirgeh di dema borî de bi navê balafirgeha Elqamişlî dihat naskirin û heya 8/12/2025 di bin serweriya Rêjîma Sûriyê de bo.
Egîd Xelîl