Pirtûkfiroş: Statû û perwerde ji bo zimanê kurdî girîng in

Bi sedan pirtûkfiroş li Wanê dixebitin. Lê belê, rêjeya xwendinê ya bajêr kêm e û eleqeya ji bo pirtûkên bi zimanê Kurdî hîn kêmtir e. Pirtûkfiroş û bazirganên pirtûkên destê duyemîn dibêjin ku pêşxistina çandeke xwendinê bi zimanê Kurdî, tenê bi hewldanên takekesî nabe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Mehdî Gerçeklî, pirtûkfiroşekî destê duyemîn li Wanê ye, bi van gotinan, hin sedemên nexwendina pirtûkên Kurdî tîne ziman.

Mehdî Gerçeklî, destnîşan dike ku krîza aborî û çandeke xwendinê ya qels bandoreke neyînî li ser firotina pirtûkan kiriye.

Gerçeklî, ji siyasetmedarên Kurd daxwaz kir ku ji bo fermîkirina zimanê Kurdî xebatan bimeşînin.

Pêşxistina xwendina bi zimanê Kurdî hewce dike ku bi polîtîkayên ziman werin xurtkirin û parastina qanûnî ji bo ziman were misogerkirin.

''Şert û mercên aborî xwendin û kirîna pirtûkan bandor dike''

Pirtûkfiroş Yalçin Yokuş jî destnîşan dike ku bihayên pirtûkan ên bilind, krîza aborî û pirsgirêkên kar bandoreke neyînî li ser xwendinê dike.

Nêrînên pirtûkfiroşan ew e ku pêşketina zimanê Kurdî şertekî bingehîn e ji bo zêdekirina rêjeyên xwendinê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye