Di nav şerê berdewam ê navbera Îsraîl û Hamasê de, artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarekî girîng ê baskê leşkerî yê Hamasê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşeke asmanî de li başûrê Xezeyê, Mihemed Îmad Abd El-Rehman Ebû Ta'îma, fermandarekî şaneyeke elît a Lîwayên Îzeddîn El-Qesam, hat kuştin.
Li gorî daxuyaniya artêşê, ew di êrîşa 7`ê cotmehê de li ser Kibbutz Nirim beşdar bûbû û di dema şer de rêberiya şaneyekî ku kemîn û operasyonên li dijî hêzên Îsraîlê dikir, kiriye.
Artêşa Îsraîlê got ku operasyonên leşkerî li Xezeyê dê bidomin.
Heta niha, Hamasê der barê vê mijarê de daxuyanî nedaye.
Amnesty: Armanckirina sivîlan sûcê şer e
Ji aliyeke din ve, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê daxuyaniyek da.
Rêxistinê ragihand ku sê êrîşên asmanî yên Îsraîlê ku di meha adarê de li başûrê Libnanê pêk hatin de, di nav de 12 jê zarok û 24 sivîl hatine kuştin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî vê êrîşa Îsraîlê weke sûcê şer pênase kir.
Rêxistinê got ku êrîşan malên sivîlan hedef girtine û jiyana sivîlan bi awayekî eşkere paşguh kiriye.
Amnesty, bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsîneke serbixwe li ser van êrîşan were kirin û berpirs bên ber dadgehê.
Ji aliyê xwe ve, Îsraîlê got ku hin êrîş li hedefên leşkerî yên Hizbullahê bûne û hin bûyer hîn jî di bin lêpirsînê de ne.