Konfederasyona Navendên Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (KON-MED) diyar kir ku Denîz Undav berê gotibû, 'ez bi eslê xwe Kurd im, ne Tirk im,' di maça li Stenbolê de ji aliyê lîstikvan û alîgiran ve rastî êrîşê hat.
KON-MED'ê destnîşan kir ku polîtîkeyên li dijî Kurdan ên li Tirkiyeyê daketine qadên werzîşê û gotinên pêşkêşvanê TRT`ê weke mînakeke herî berbiçav ya nijadperestiyê bilêv kir.
KON-MED'ê tekez kir ku Denîz Undav ne bi tenê ye û hevgirtina xwe ya bi wî re ragihand.
KON-MED bang li rayedarên UEFA’yê kir ku peywirên xwe bi cih bînin, lêpirsînê bikin û gavên pêwîst bavêjin.