Ji Efrîn ta Siweydayê.. nav diguherin lê sûcdar yek in

Êrişên tundraw ên li Siweydayê û beriya wê jî Komkujiyên ku li perava Sûriyê pêk hatine, bîrdarî û birînên jinên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî nû dikin. Koçbera Serê Kaniyê Bedriya Îbrahîm dibêje ku ew kesên êrîşî Durziyan dikin heman kesên ku malên wan wêran û dagir kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ev 11 roj in komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya veguhêz a Sûriyeyê û çekdarên eşîrên bedewî tevî agirbestê jî êrîşên xwe yên li ser Siweydayê dewam dikin. Di van êrîşan de bi sadan sivîl hatin kuştin û herî zêde jin rastî kiryarên hovan e, destdirêjî, revandin û tundiya zayendî hatin. 

Destdirêjî, komkujiyên li Siweyda û Peravên Sûriyê heman kiryarên li Efrîn, Girê Spî û  Serê Kaniyê tînin bîra mirovan. 

Eşekere ye ku li Sûriyê heman senariyo xwe dubare dike. Ev senaryo bi destê komên çete yên ku destdirêjî û kuştina jinan bi hestên mezhebperestiyê ji xwe re rewa dibînin pêk tê. 

Bedriye Îbrahîm a 40 salî yek ji wan jinan e ku ji bajarê xwe koçber bûye û rastî êrîş û talanên çeteyan hatiye.  

Di dema şerê Serê Kaniyê de 2 zarokên wê jî  şehîd bûn.

Koçbera Serê Kaniyê  jineke ku  bi vîna xwe karîbû heya vê kêliyê bi êş û zehmetiyan li dibistaneke koçberan bimîne.

 

“Jin li Sûriyeyê rastî kuştin û destdirêjiyê tên”

 

Bedriye Îbrahîm diyar dike ku Komkujiyên li Sûriyeyê pêk tên çi li serê Kurdan be, yan Elewiyan be û herî dawî jî li ser Duriziyan weke kiriyarên hov û bê mirovî tê nasîn.

Koçbera Serê Kaniyê bi bîr dixe ku çeteyên bi navê xwedê bang dikin, li gelek bajarên Sûriyê kuştin û destdirêjiyê li ser jinan dikin. Ji dema dagirkirina Efrînê de bigire û heya niha heman kiriyarê li Siweydeyê jî pêk tînin. 

 

“Li Sûriyeyê mirov ji ber cudahiyên netewî û bawariyê tên kuştin”

 

Bedriye Îbrahîm destnîşan dike ku li  Sûriyê mirov ji ber ku kurd e, Elewî ye û Durzî ye an jî ji rêoleke din e tê kuştin. 

Her wiha balê dikşîne li ser kiryarên li hember jinan û dibêje: “Mafê jinê û parastina wê jî her roj tê binpêkirin, jin rastî kuştin, îşkenceyê  û destdirêjiyê tên.” 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24