Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê de bang li rayedarên hikûmeta Tirkiyê kir ku serdana Rojava bikin û got: "Divê gavek bê avêtin ji bo avakirina aştiyeke mayinde”.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê de girêdayî rojevê de nirxandinan kir. Tulay Hatîmogûlları diyar kir ku herêm û qada navnetewî her roj şahîdiyê ji bûyerên nû re dike. Hatîmogulları di axaftina xwe de rewşa bi êş ya li Xezayê mînak da û ji bo ev li Rojava dubare nebe ev got: “Em dixwazin Tirkiyê serdana Rojava bike”.
Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku ku gelekî girîng û pêwîste ku Tirkiyê êdî bi çareserkirina pirsgirêkan rabe ku hem bi kêrî civaka Tirkiyeyê bê, hem jî tevkariyeke mezin li aştiya herêmê bike.
EV YEK WÊ TEVKARIYEK MEZIN BIKE
Tulay Hatîmogûllari balkişand ser ev gavên bêne avêtin û wiha axaftina xwe bi dawî anî: “Wê tevkariyeke mezin li aştiya Tirkiye û herêmê bike. Ne tenê ji bo aştiya Kurd û Tirk e, ne tenê ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Werin em aştiyê bi hev re pêk bînin, werin em Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk bi hev re ava bikin”.
Aya Ehmo