Partiyên Kurdî biryara tayînkirina berpirsê Kobanê red kirin

Parêzgeha Helebê, Îbrahîm Muslim wekî berpirsê herêma Kobanê tayîn kir. Îbrahîm Muslim bi xwe ji xelkê Cerablusa Sûriyê ye. Partiyên siyasî yên Kobanê, ev biryar red kirin û daxwaz kirin ku bajar ji hêla yek ji niştecihên wê ve were birêvebirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Peymanek di 29'ê çileya 2026'an de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatibû îmzekirin.

 

Wekî beşek ji rêkeftina peymanê û entegrasyonê, Parêzgeha Helebê di 3'yê adarê de Îbrahîm Muslim ku ji xelkê Cerablusa Sûriyê ye, wekî berpirsê herêma Kobanê tayîn kir.

 

 

Îbrahîm Muslim kî ye?

 

Parêzgeha Helebê, ji bo birêvebirina Herêma Kobanê Îbrahîm Muslim ku endamê tevgera nêzî dewleta Tirkiyê ye, tayîn kir.

 

Îbrahîm Muslim, di sala 1982'an de li Helebê ji dayik bûye.

 

Li herêmên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, di qada perwerdehiyê de kar kiriye.

 

Muslim, di navbera salên 2020 û 2025`an de weke Rêveberê Perwerdehiyê li Cerablus û gundewarên derdora wê xebitî.

 

Li gorî peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûrî de çêbû, ev tayînkirin wekî beşek ji entegrasyonê ye.

 

"Divê Kobanê ji aliyê nîştecihên xwe ve were birêvebirin"

 

Lê partiyên siyasî yên li bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê biryar red kirin.

 

Partiyan, daxwaz kirin ku biryar were betalkirin, bi berçavgirtina ku bajar ji hêla yek ji niştecihên wê ve were birêvebirin ku beşdarî parastin û avakirina wê bûye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye