Malbatên dîlgirtiyan li Qamişloyê xwepêşandan kirin

Malbatên dîlgirtiyan ên li bajarê Qamişloyê derketin xwepêşandanan û daxwaza zarokên xwe kirin. Li aliyek din jî amadekariyên koma 4'emîn a dîlgirtiyan tên kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro malbatên dîlgirtiyan ên li bajarê Qamişloyê, bi çalakiyekê daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

 

Gelek malbatên şervanên QSD'ê ku zarokên wan ji hêla Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatine dîlgirtin û hîna nehatine berdan, çalakiyeke protestokirinê li dar xistin.

 

Malbatan bi rakirina wêneyên zarokên xwe û ji bo daxwaza berdana wan, li Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê çalakiyek li dar xistin.

 

Di çalakiyê de, dirûşmeyên “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey dîlgirtî” berz kirin.

 

Di çarçoveya Peymana 29`ê çileyê de, hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê 800 dîlgirtî û QSD`ê jî 491 dîlgirtî berdane.

 

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji bo berdana koma çaremîn a dîlgirtiyan amadekarî tên kirin.

 

 

Dê koma 4'emîn a dîlgirtiyan hefteya bê were berdan

 

Tê payîn ku koma çaremîn a pevguhertina dîlgirtiyan a di navbera QSD û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de, dê di hefteya bê de werin berdan.

 

Li gorî agahiyan di vê komê de nêzî 200 dîlgirtî hene.

 

Heta niha sê kom hatin pevguhertin

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku qonaxa yekemîn a pevguhertina dîlgirtiyan di 10'ê Adara 2026'an de pêk hatibû.

 

100 kesên ku ji aliyê Hikumeta Veguhêz ve hatibûn girtin li hemberî 100 kesên ki di destê QSDê de ne, hatibûn berdan.

 

Qonaxa duyemîn di 19'ê Adara 2026'an de, bi pevguhertina 300 kesên ku ji her du aliyan ve pêk hatibû.

 

Di qonaxa sêyemîn de jî ku di 11'ê Nîsana 2026'an de pêk hat, 400 dîlgirtî bi hev hatibûn guhertin û serbest hatibûn berdan.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye