Asayişê ew kesê ku li Qamişloyê êrîşî ala Kurdî kiribû girt
Duh kesekî bi navê Hisên Hiso li çerxerêya Zorê ya li Qamişlo gule li ala Kurdî reşand.
Ev kiryar ji aliyê gelê herêmê û bi teybet gelê Kurd hate şermezarkirin.
Li Qamişlo daxwaza cezakirina êrîşkar tê kirin
Şevê din xelkê Qamişlo û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê ev êrîş şermezar kirin.
Xwepêşandêran xwestin ku êrîşkar were girtin û bi tundî were cezakirin.
Asayîşa Hesekê: Me Hisên Hiso gir
Di vê çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan kesê sûcdar Hisên Hiso girtine.
Asayîşê eşkere kir ku armanca sereke ya li pişt vê kiryarê têkbirina istiqrarê, belavkirina fitine û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê yên bi hev re dijîn de ye.
Her wiha Rêveberê Navenda Ragihandina QSD`ê Ferhad Şamî jî got ku ev kes heta niha alîgirê rejîma Beşar Esed e û wiha got:
"Heta kêliya dawî bi Partiya Baas`ê re di nava peywendiyan de bû.
Ev kes gundê wî bi talan, tawan û bazirganiya narkotîkê di bin sîwana Baas`ê de tê naskirin."
Şamî anî ziman ku divê ew were girtin û darizandin.
Li gorî mersûma 13`an a Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera, gelê Kurd gelekî resen ê Sûriyê ye û hemû mafên wî yên çandî û sivîlan e parastî ne.
Ev gulebarana duh jî rasterast wek binpêkirina biryarnameya 13'an tê dîtin.