Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Iraqê Qasim el-Erecî, duh di hevdîtina xwe de ya bi Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê Steven Vagen re, ragihand ku: Di meha Îlonê de hikûmeta Iraqê dê kongreyekê di derbarê vegerandina malbatên Iraqî yên penaber ji Kampa Holê, li Cinêvê li dar bixe.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran bangewazî li welatan kir, ku welatiyên xwe, ji kampê bibin.
Ji sala 2021’an vir ve, hikûmeta Iraqê, bi hevkariya rêxistinên navneteweyî, dest bi pêkanîna planeke vegerandina malbatên Iraqî ji kampê bo welêt kiriye. Ji destpêka vê operasyonê ve, 26 kom ber bi Iraqê ve çûne ku jimara wan digihêje 15 hezar kesan.
Pêvajoya vegerandinê di bin çavdêriya hevpeymaniya navneteweyî de û wekî beşek ji lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Iraqê de pêk tên.
Kampa Holê beriya ku veguhere “kampa herî xeternak a di cîhanê de” ku bi hezaran malbatên DAIŞ’ê dihewîne, ew di salên 90’î de ji bo hewandina penaberên Iraqî yên ku ji şerê Xelîc ê duyem reviyabûn, hatibû avakirin. Di 2003’an de dîsa di dema êrîşên li ser Iraqê, hat vekirin.
Li gorî amarên dawî, kamp nêzîkî 37 hezar kes dihewîne, piraniya wan jin û zarok in. Di nav wan de 15 hezar Iraqî, nêzîkî 16 hezar Sûrî û nêzîkî 6 hezar kesên ji neteweyên cûda yên biyanî hene.
Ebîr Muhemed