Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîdulşuheda Ebu Ala Welayî diyar kir ku rawestandina êrîşên li ser Erebistana Siûdî pêngaveke demkî ye. Welayî da zanîn ku ev biryar li ser daxwaza serkirdeyên Çarçoveya Hemahengî, bi taybetî Hadî Amirî hatiye girtin.
Her wiha, Welayî tekez kir ku bijardeya bersivdayînê hîn jî li ser maseyê ye û ew dem, meznahî û şêwazê bersivdanê nûjen dikin.