Li ser rêya Kerkûk û Hewlêrê 6 karmendên gumrikê hatin binçavkirin

Desteya Destpakî ya Îraqê ragihand ku 6 karmend li deriyek gumrikê yê di navbera Kerkûk û Hewlêrê de hatine binçavkirin. Hat gotin ku kesên hatine girtin, bi zanebûn karê gumrikê yên welatiyan bi paş ve dixistin ta ku bertîlan bibin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Her ku diçe operasyonên li dijî gendeliyê li Îraqê zêde û berfirehtir dibin.

Di vê çarçoveyê de Desteya Destpakî ya Îraqê, ragihand ku ji aliyê tîma Ofîsa Lêkolînê ya Kerkûkê ve û bi piştgiriya biryareke dadwerî operasyonek hatiye kirin.

Hat gotin ku di encamê de 6 karmendên deriyek gumrikê yê di navbera Kerkûk û Hewlêrê de hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniyê kesên hatine binçavkirin karê bacgirtin û wergirtina bertîlan li hemberî welatiyan kirine.

Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin, bi zanebûn karê gumrikê yên welatiyan bi paş ve dixistin û bi cih netanîn, ev yek ji bo wê kirine ku welatiyan neçar bikin bertîlan bidin wan.

Hat destnîşankirin ku gumanbarên binçavkirî li gorî biryara jimare 160’î ya sala 1983’yan rûbirûyî dadwerê lêkolînê yê taybet hatine kirin.

Di dawiyê de, hat diyarkirin ku ev operasyon bi hevkariya Dezgeha Ewlehiya Nîştimanî ya li Kerkûkê hatiye encamdan.

Hêjayî gotinê ye ku ev çend roj in operasyonên girtina kesên gendel û desteserkirina pereyê dizî yê dewletê li Îraqê dest pê kirine.

Di vê çarçoveyê de gelek berpirs û parlamenter hatin girtin û bi sedan milyar dînar ji bo xezîneya dewletê hatine vegerandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye