Îraq dixwaze boriya petrolê ya ber bi Banyasa Sûriyê ve diçe nû bike

Hikûmeta Îraqê dixwaze boriya petrolê ya Îraqê ber bi Banyasa Sûriyê ve nû bike, ev mijar jî yek ji mijarên sereke yên hevdîtinên Zeydî li Washingtonê ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê got ku Wezareta Petrolê ya Îraqê dest bi cîbicîhkirina planên xwe ji bo guhertina hinardekirina petrola xwe kiriye.

Ji bo wê armancê, ew li ser projeya danîna boriyek petrolê ji Îraqê ber bi bendera Banyas a Sûriyê ve, dixebitin.

Piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka û Îranê de, girtina Tengava Hurmizê û astengkirina rêya navneteweyî, Îraq di hinardekirina petrola xwe de rastî pirsgirêkan hat.

Dirêjahiya boriya petrol ya Kerkûk-Banyasê 800 kîlometre ye, ku di sala 1952`yan de hatiye çêkirin.

Dikare rojane 300,000 bermîl petrol hinardeyî bendera Banyasê ya Sûriyê li Deryaya Naverast bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye