Di navbera Îsraîl û Hemasê de bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest hatibû îmzekirin.
10 roj li ser agirbestê re derbas bûn, Hikûmeta Îsraîlê û Hemas hev bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.
Îsraîlê ragihand ku deriyê sînor ê Refehê yê di navbera Şerîda Xezayê û Misirê de ye, heta agahdariyeke din wê girtî bimîne.
Dezgeha Weşana Giştî ya Îsraîlê (Radyo Kan) diyar kir ku hêzên hewayî êrîşî Refahê li başûrê Xezayê dikin.
Artêşa Îsraîlê jî got ku çekdarên Hemasê li dijî hêzên Îsraîlê, gelek êrîş pêk anîne.
Hate diyarkirin ku êrîş li dervayî herêma tampon a bi navê Xeta Zer , bi roket û gulebarana nîşangiran hatiye pêk anîn.
Îsraîl: Êrîşên Hemasê binpêkirineke eşkere ya agirbestê ye
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Çend terorîstan li herêma Refahê gule li ser leşkeran reşandine, lê ti birîndar çênebûn .
Me jî di heman rojê de komeke din a "terorîstan" dema ku nêzîkî leşkerên li Xan Yûnisê bûn hedef girtin.
Artêşa Îsraîlê ev yek weke "binpêkirineke eşkere" ya peymana agirbestê bi nav kir.
Têkildarî vê mijarê artêşa Hemasê jî hîna ti bersivek neda ye.
Li ser vegerandina termên rehînan nakokî derket
Di demeke ku hêviyên aştiyê zêde bûne de, di navbera Îsraîl û Hamasê de li ser vegerandina termên rehînên kuştî nakokî derket.
Îsraîlê daxwaz kir ku Hamas soza xwe ya radestkirina termên 28 rehînên mirî yên mayî bicîh bîne.
Hamasê 20 rehînên zindî yên dawîn û 12 term radest kir, lê diyar kir ku operasyon wê hewldanek berbiçav û alavên taybetî hewce bike da ku termên di bin kavilan de veşartî werin derxistin.