Şandeyek ji ofîsa jinan a koçberên Serêkaniyê serdana Îlham Ahmed kir

Şandeyek ji Ofîsa jinan a koçberên Serêkaniyê serdana Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehemd kir. Di serdanê de rewşa mirovî ya koçberan û vegera bi ewle hat nîqaşkirin. Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di civînê de anî ziman ku mafê vegerê mafekî mirovî û zagonî ye, tu carî gav bi paş de nayê avêtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ofîsa Jinan a Koçberên Serêkaniyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di civînê de geşedanên ewlehî û mirovî yên di dosya koçberan de hatin nîqaşkirin.

Bi taybetî geşedanên li Sûriyê, danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de hat gotûbêjkirin.

Di civînê de herdû aliyan nerîna xwe derabrê rewşa dehezaran koçberan anîn ziman.

Hat destnîşankirin ku hîn hejmarek mezin ji koçberan di dibistanan û kampên cûda yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin.

 

Ji bo başkirina rewşa koçberan pêwîstî bi piştgiriya mirovî heye

 

Di civînê de hat diyarkirin ku pêwiste ji bo başkirina rewşa koçberan û pêkanîna xizmetên sereke piştgiriya mirovî pêk werin.

Di heman demê de aliyan behsa peymana 10’ê Adarê  û bi taybetî jî  behsa benda  vegera koçberan  kirin.

 

Îlham Ehmed: Mafê vegerê mafekî mirovî û zagonî ye

 

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di civînê de anî ziman ku mafê vegerê mafekî mirovî û zagonî ye, tu carî gav bi paş de nayê avêtin.

 

 

“Rêveberiya xweser doza koçberan xistiye xalên sereke yên tekoşîna xwe de”

 

Îlham Ehmed destnîşan kir ku vegera koçberên Serêkaniyê wê gaveke girîng be û wiha lê zêde kir:

Vegera Koçbera ji bo  pêkanîna edalet û aramiyê  wê gaveke giringe.

Di dawiya civînê de herdû aliyan li hev kirin ku ji bo vegera koçberan wê karê hevbeş pêk were.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye