Tundiya desthilata Îranê ya berdewam rê li ber hêrseke mezin a civakê vedike. Hema hema har roj kesayetên mixalifên desthilatê, aktivîst, welatiyên nerazî tên bidarvekirin û kuştin, lê li beranber var kiryaran bêdegiyeke cihanî heye. Heta saziyên mafên mirovan jî dengê wan şermok e.
Xwepêşander li ber parlementoya Îranê li Tehranê kombûn
Ajansa Nûçeyan a Roj eşkere kir ku,Îro, hejmarek ji xizmên girtiyên ku li Girtîgeha Qezel Hesar a li Kerecê girtî ne, ji bo protestokirina berdewamiya cezayên îdamê li ber parlementoya Îranê li Tehranê kom bûn.
Di xwepêşandanê de çend jinên beşdar birîndar bûn
Ajansa Roj, destnîşan kir Hêzên ewlehiyê û polîsên Îranê bi tundî li xwepêşanderan dan, êrîşî wan kirin da ku wan belav bikin û çend jinên beşdar jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlehiyê yên Îranê çend xwepêşander girtin
Tevî vê yekê, malbatan bi wêrekî xwepêşandana xwe domandin û red kirin ku ji herêmê derkevin. Lê Li gorî raporên medyaya civakî, hêzên ewlehiyê yên Îranê, di dema xwepêşandanê de, çend xwepêşander girtine.
Xwepêşanderan daxwaza rawestandina darvekirinan kirin
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, da xuyakirin ku malbatên kesên ku li Zindana Qezle Hesar siyaseta darvekirinên girseyî red kirin û daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan û betalkirina biryaran kirin.
Hêzên ewlehiya Îranê çend kes bê ferman girtin
Her wiha hate diyarkirin ku di navbera 11 û 16ê Cotmehê de , hêzên ewlehiyê Mihemed Dadras ji gundê Serduşê yê Merîwanê, Hesen Ferecî, endamê fakulteya Zanîngeha Azad a Merîwanê, çalakvanê sivîl Azad Hecî Mîrzayî ji bajarê Sane û Cefer Sadeqî ji bajarê Şeno yê parêzgeha Urmiyê, bê ferman girtin û ji bo cihên nediyar hatin veguhastin û çarenûsa wan hîn jî ne diyar e.
Nêzîkî 1500 girtiyan greva birçîbûnê ya bêdawî ragihandin
Di 15'ê Cotmehê de jî, nêzîkî 1500 girtiyên ku li Girtîgeha Qezel Hesarê yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, ji bo protestokirina darvekirina hevalên xwe, greva birçîbûnê ya bêdawî ragihandin.
17 kes li heman girtîgehê hatine darvekirin
Li gorî raporan, tenê di çend rojên borî de, 17 kes li heman girtîgehê hatine darvekirin, ku ev yek hem li hundir û hem jî li derveyî girtîgehê bûye sedema hêrseke mezin.