Hat destnîşankirn ku xwişkên bi navê Mervenûr Çakirtaş ya 15 salî û xwişka wê Edanûr Çakirtaş ya 12 salî ji bo betlaneyê û serdanê hatin li mala xizmên xwe.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her du xwîşk ber bi êvarê ve, li gundê Meqteleyê yê ser bi navçeya Sêweregê, tevî apê xwe û hevjîna apê xwe ji bo hênikbûnê çûne ber Bendava Atatûrkê û ketine avê.
Ava Bendava Atatûrkê ev demeke bi vekirina qapaxan re bilind dibe.
Dema ji nişka ve ava bendavê bilind dibe her du xwîşk û hevjîna apê wan di avê de winda dibin.
Welatiyên derdorê hevjina apê herdu xwişka dibînin û wê xelas dikin lê ji ber herdu xwişk di avê de winda bûn nehatin xelaskirin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi alîkariya welatiyên li herêmê dest bi xebatên peydakirina her du xwîşkên winda kirin.
Cenazeyê herdu xwîşkan piştî xebatên lêgerînê hatin dîtin û ji avê hatin derxistin.