Li başûrê Libnanê di êrîşên Îsraîlê de 11 kes hatin kuştin

Di cejan Qurbanê de jî êrîşên Îsraîlê li dijî Libnanê hebûn. Şerê Îsraîl û Libnanê ji ber hebûna Hizbullahê berfireh dibe. Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de, 11 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şevê din jî, artêşa Îsraîlê gelek deverên başûrê Libnanê bombebaran kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê encama êrîşê ragihand.

Wezaretê diyar kir ku di êrîşên duh ên Îsraîlê yên li ser 3 herêmên navçeya Sûrê ya başûrê Libnanê de, 11 kes hatin kuştin.

Li gorî wê, ji kuştiyan xebatkarekî tenduristiyê û welatiyekî Sûrî hene.

Wezaretê da zanîn ku di êrîşê de xebatkarekî din ê tenduristiyê, di nav de 8 kes birîndar bûne.

Wezaretê ev êrîş wekî binpêkirina qanûna navneteweyî ya parastina xebatkarên tenduristiyê pênase kir.

Artêşa Îsraîlê çemê Lîtanî yê Libnanê derbas kir

Ji aliyekî din ve, artêşa Îsraîlê di derbasbûna nav xaka Libnanê de bi pêş ve diçe.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdaneke sînorê bakurê Îsraîlê de yê bi ser Libnanê ve, hin agahî dan.

Benjamîn Netanyahu diyar kir ku wan çemê Lîtanî derabas kiriye û wiha lê zêde kir:

"Ez neçar im ji we re bibêjim ku li vir encamên pir balkêş hene.

Hêzên me çemê Lîtanî derbas kirine û ber bi deverên El Mişêrfeyê ve bi pêşve çûne.

Her wiha em li Beyrût û li Bîqaê li seranserê eniyê dixebitin û derbeyên tund li Hizbullahê dixin."

Beriya niha, rayedarên Îsraîlê di şerê xwe yê li dijî Hizbullahê de eşkere kirin ku sînorê wan tenê heta çemê Lîtanî ye.

Gera 4'emîn a hevdîtina Îsraîl-Libnanê li Amerîkayê pêk hat                                   

Hemwextî van êrîşan, xebatên dîplomasî yên ji bo bidawîbûna şerê li Libnanê jî berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku gera 4'emîn a hevdîtinên Îsraîl û Libnanê li DYA'yê pêk hatiye.

Hevdîtin li avahiya Wezareta Şer ya Amerîkayê pêk hat.

Vê hevdîtinê zêdetirî 9 saetan dewam kir. Şandeyên leşkerî beşdarî hevdîtinê bûn.

Çapemeniya Libnanê parve kir ku Îsraîlê têkildarî deverên ku îdîa dike Hizbullah lê ye, nexşerê û agahiyên îstixbaratî pêşkêş kirine.

Di çapemeniyê de hat gotin ku Îsraîlê di warê ewlehiyê de asabûn xwestiye, lê Libnanê bi behaneya ku ev biryareke leşkerî ye red kir.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24