Tom Barrack ji 14'ê Gulana 2025an û vir ve, wekî balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Tirkiyê dest bi kar kir.
Piştî demeke kurt, di 23'yê Gulana 2025an de, ew wekî Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Sûriyê jî hate erkdarkirin.
Di heyama pêşketinên krîtîk ên li Sûriyê de, tê gotin ku Barrack li ser navê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mîsyonek li ser erdê pêk anî.
Duh bi awayekî fermî erka xwe ya wekî Nûnerê Amerîkayê bi dawî kir.
Li ser bidawîkirina erka wî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê medya dijîtal, daxuyaniyek belav kir û got:
"Tom Barrack li ser navê Rêveberiya Trump hem li Sûriyê û hem jî li Îraqê roleke pêşeng lîstiye.
Her çend ev erk bi dawî dibe jî, ew ê li ser navê rêveberiya Trump hem li Sûriyê û hem jî li Îraqê roleke girîng bilîze.
Pisporiya wî ya herêmî, têkilî û têgihîştina wî ya ajandaya 'Amerîka Pêşî' dê berdewam bike da ku serkeftinê ji welatê me re bîne"