Donald Trump piştgiriya xwe ji bo Nîkol Paşînyan ragihand

Ji hilbijartinên Hezîranê yên li Ermenistanê re demeke kêm maye. Donald Trump ragihand ku ew ê piştgiriya xwe ya "tevahî û bêkêmasî" bide Serokwezîr Nikol Paşînyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî şerê Ermenistan û Ezerbaycanê, Hikûmeta Ermenistana ku nêzî Rûsyayê bû tewereya xwe guhert û niha xwe nêzî Amerîkayê dike.

Ev yek di civîna dawî ya Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan de, şênbertir bû.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump li ser medya dijîtal ragihand ku ew ê piştgiriya xwe ya "tevahî û bêkêmasî" bide Serokwezîrê Ermenistanê , ji bo hilbijartinên parlementoyê yên ku di Hezîranê de dê werin lidarxistin.

Trump Paşînyan wekî "dost û rêberê mezin "bi nav kir û tekez kir ku wî welatê xwe "xurt, dewlemend û pir ewle" kiriye.

Trump diyar kir ku "Nikol bi tevahî vîzyona min a ji bo aştî û serfiraziya ji bo Ermenistan û tevahiya herêma Başûrê Qefqasyayê bi par ve dike."

Trump serdana dawî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji bo Ermenistanê bi bîr xist û destnîşan kir ku di wê serdanê de "li ser peymanên girîng pêşketineke girîng" ji bo her du welatan çêbûye.

Trump zêde kir ku Amerîka û Ermenistan dê di demeke nêzîk de bi hev re bingeha "Rêya Trump ji bo Aştî û Serfiraziya Navneteweyî" deyînin ku dê Qefqasyaya Başûr "veguherîne" û alîkariya şîrketên enerjiyê yên Amerîkî bike, da ku ji Asyaya Navîn bigihîjin Amerîkayê.

Trump gotina xwe bi peyva "Bi alîkariya Nikol, em ê DYAyê, Ermenistan, Qefqasyaya Başûr û Asyaya Navînê bigihînin astên ku berê qet negihîştine", "Ermenistanê Dîsa Mezin Bikin." bi dawî kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye