Di demeke de ku li Rojavayê Kurdistanê rojeva sereke fermîkirina zimanê Kurdî ye.
Lê ev mijar sînorê Rojava derbas kiriye û di asta cîhanê de cihê xwe digire.
Zanîngeh Rojava di asta cîhanê de tevlî Komxebata Zanîngehên Cîhanî bû.
Li peymangeha Rêveberiyê ya Zanîngeha Szezecê ya Polonyayê, di 25ˊê Gulanê de, çalakiyên Konferansa 8ˊemîn a Jimaryarî, Karsazî, Aborî û Siyasetê, hatin lidarxistin.
Di konferansê de, akademisyen, lêkolîner û pisporên ji tevahî dewletên cîhanê û şandeyek ji Zanîngeha Kobanê beşdar bûn.
Ev Konferans bû derfetek ji bo hev du naskirin, pevguhertina mîsyon û ramanan di navbera lêkolîner û pisporên beşdar de.
Her wiha ev Konferans bi armanca xurtkirina hevkariya akademîk û dan û standina pisporiya zanistî di navbera saziyên perwerdehiyê yên beşdar de ye.
Di van çalakiyan de zehmetî û arasteyên nûjen di warên aborî, rêveberî û siyasetên giştî de hatin nîqaşkirin.
Têkildarî mijarê, Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim ku beşdarî konferansê bûye ji ANHA’yê re axivî.
Şervan Muslim diyar kir ku beşdariya zanîngehê di çarçoveya hevkariya li gel Zanîngeha Szczecê ya Polonyayê de pêk hat.
Şervan Muslim got ku wan di hemû hevdîtinên xwe de behsa rola zimanê Kurdî jî kir û soz hatin dayîn ku dê Zimanê Kurdî di peymangehên xwe de bi pêş bixin.
Şervan Muslim: Ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî em ê bi wan re alîkar bibin
Di dawiyê de Şervan Muslim anî ziman ku şandeya Zanîngeha Kobanê dê piştî konferansê li hejmarek dewletên Ewropayê serdana zanîngehên cuda bikin, da ku ezmûnên xwe yên perwerdehiyê ji wan re pêşkêş bikin.
Her wiha rewşa xwendekarên Kobanê, êş û hêviyên wan veguhêzin, da ku derfet û destkeftiyên baştir li ser asta akademîkî ji wan re pêk bînin.
Xebatên konferansê di roja duyemîn a dawî de bi rûniştinên zanistî û pêşkêşkirina lêkolînên beşdaran û bi rêya onlinê berdewam kirin.