Xwendekarên Kobanê: Em dixwazin navendên ezmûnan li bajarê me bin

Li bajarê Kobanê xwendekar û malbatên wan bi daxwaza veguhastina navnedên ezmûnan ji Sirînê ber bi hundirê bajarê Kobanê ve, li pêşiya Avahiya Gerînendeya Herêmê çalakî li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz biryar da ku xwendekarên refa 9 û 12’an li navçeya Sirîn a Kobanê bikevin ezmûnan.

Xwendekarên bajarê Kobanê li dijî vê biryarê derketin û diyar kirin ku ew dixwazin li bajarê Kobanê ezmûnan pêşkêş bikin.

Xwendekaran diyar kir ku ew di hatin û çûnê de zehmetiyê dikişînin û ji ber sedemên lêçûnên erebeyan û metirsiyên girêdayî rewşa ewlehî, ew dixwazin li bajarê Kobanê ezmûnan pêşkêş bikin.

Xwendekaran destnîşan kir ku veguhastina navendên ezmûnan bo hundirê bajarê Kobanê zehmetiyên wan sivik dike û atmosfêreke aramtir di heyama ezmûnan de çêdike.

Her wiha xwendekaran got ku heta daxwaza wan neyê bicihanîn, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye