Li zarokistanê çalakiya " Zarok bi mafên xwe zarok in " hate li darxistin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperîke ya girêdayî Şaredariya Peyasê ya Amedê çalakiyeke watedar hate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji sala 1954an û vir ve, her 20ê Mijdarê wek Roja Mafên Zarokan ya Cîhanê tê pîrozkirin.

Di heman demê de 20ê Mijdarê salvegera ragihandina mafên zarokan ya ku di 1959an de hate weşandin û hem peymana mafên zarokan a ku di 1989an de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate pejirandin e.

Şaredariya Peyasê bi dirûşmeya " Zarok Bi Mafên Xwe Zarok in " bi bernameyeke rengîn kêfa zarokan xweş kir.

Di dawiyê de Gerînendetiya (Daîreya) Kreş û Mala Nihêrtinê derbarê armanca xebatên xwe de wiha got:

" Em dixwazin ne tenê zanîna akademîk, di heman demê de hişmendiyeke kûr a li ser mafên zarokan di zarokên xwe de avabikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye